02:20:58
Rojava News: Hat ragihandin ku milîtanên terorîst bi top û hawanan êrişî taxa el Mezraa ku Balyozxaneya Rûsya ya li Şamê jî li wir e kirin.
Li gorî daxuyaniya nûçegihanê ajansa Spûtnîkê milîtanên terorîst li hemberî taxa el Mezraa ku Balyozxaneya Rûsyayê jî li wir e dest bi êrişên top û hawanan kirin.
Du topên hawanan li nêzî noqteyeke avahiya balyozxaneyê ketin. Di êrişê kuştî an jî birîndar tunene.
Li gorî artêşa Sûriyeyê êriş ji terefê Ehrar-uş Şam ku navê wê berê Eniya El Nûsra û niha navê Eniya Şam el Fethê li xwe kiriye ji taxa Cobar ku di kontrola wan de bû hat avêtin.
Di 2 û 3ê Sibatê de jî Balyozxaneya Rûsya ya li Şamê rastî êrişan hatibû û li gorî daxuyaniya Moskowe ev ji terefê milîtanên çekdar ve hatibû kirin.
Di 30ê Berfenbarê de bi gerantoriya Rûsya û Tirkiyeyê li seranserê Sûriyeyê agirbest hatibû ragihandin û êrişên meha sibatê bibûn êrişên destpê yê binpêkiirna agirbestê.
