08:58:42
Rojava News: Li bajarê Babê yê ku, dikeve bakurê Sûriyê di encama teqîna bombeyekê de 3ê leşkerên Artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Piştî kontirolkirina bajarê Babê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdrên Opozîsyona Sûriyê bi hezaran şûnmayên DAIŞê ji mayînan di wî bajarî de mabûn, li gor daxiyaniya Artêşa Tirkiyê ragehandî, îro, bombeya ku li ser rê hatibû çandin teqiya û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.
Piştî teqînê ew leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Kîlîsê hatin vegûhestin.
Ji dema destpêkirina operasyona Mertala Feratê ku, di 24ê Tebaxê borî de bû hata niha 67 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û ji sedî zêdetir jî birîndar bûne.
