09:02:53
Rojava News: Televizyona El Mayadin a Lubnanî daxuyand ku leşkerên Sûriyeyî ji bo rizgarkirina taxa Kabunê ya li rojhilatê Şamê dest bi operasyona leşkerî kir.
Li gorî nûçeyê bi fermana navenda artêşa Sûriyeyê beriya 2 hefteyan ji balafirên leşkerî ji bo milîtanên li Kabunê belavokên çekberdanê hatine berdan.
Ger li gorî bangewaziyê neyê tevgerîn leşker wê operaysonan bidin destpêkirin.
Kabuna li rojhilatê Şamê û taxên din di bin kontrola milîtanên Ahrar'uş Şam û Fetih El Şamê (navê wê berê El Nusra) de ne.
