13:21:32
Rojava News: Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî li çoltera Minbicê bi cih kir, daku rê li ber êrîşên Tirkiye û ASAyê yên di çarçoveya Mertala Firatê de ketine Sûriyeyê bigire.
Hat ragihandin, Amerîkayê hêzên xwe li ber çemê Saçûr ê ku dikeve başûrê Carablûslê bi cî kirine.
Fermandarê Hêzên Navendê yê DYAyê (CENTOM) Joseph Votel hefteya borî serdana Kobaniyê kiribû û diyar kiribû, wê koalîsyon parastina Minbicê ji êrişên Tirkiye û hêzên pê ve girêdayî bike.
Çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî ev agahî piştrast kiribûn û gotibûn, ew li ser korîdoreke herêma ewle ji aliyê hêzên Tirkiyê ve neaxivîne.
