11:59:52 AM
RojavaNews: Endamên encûmena xwecihiya bajarê Medaya yê dorpêçkirî ji aliyê hêzên Esed, şanda desteya bilind ya danustandinan erkdar kir bi radestkirina nameyan ji şanderê NY re.
Û di civînekê de li ser enternêtê ya di navbera endamên şanda opozisyona Sûriyê li Cinêvê û endamên xwecihiya bajarê Medaya de, encûmena xwecihî daxwaz ji şanda danustandinan kir ku NY han bide da pabend bibe bi biryarên xwe, nemaze derbarê gihandina alîkariyên mirovî bo bajar û bajarokên dorpêçkirî ji bo amadekariya rakirina dorpêçkirinê biyekcarî, û rawestandina bombebarankirinê û serbestberdana girtiyan.
Endamên xwecihiyê diyar kirin ku kêmayik mezin ketiye di peydabûna kerasteyên xwarinê û nojdarî de, û gelek doxên têkçûna gurçikan û nexweşiya mezinbûna zikê nexweşan ya bi navê "koaşirkor" peyda bûne, û hejmara wan gihaye 350 nexweşî, bi sedema kêmiya birotîn û zêdebûna xwarina baqlên hişk yên ji wan pêve tiştek peyda nabe.
Ku derdora 40 hezar sivîlên dorpêçkirî li Medaya dijîn, û her ji destpêka dorpêçkirinê nêzîkî 280 kesî hatine kuştin û bi sedan hatine birîndarkirin, ku 12 şehîd û 200 birîndar ji wan her ji destpêka kongirê Astana û heta niha ketine.
Ji aliyê xwe ve, berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislit tekez kir ku şanda opozisyonê wê nameyên wan bigehîne NY, û tekez kir ku şanda opozisyonê li Cinêvê ye ji bo gengeşekirina veguhestina siyasî û pêkanîna ewlehî û seqamgeriyê bo tevaya Sûriyê.
Elmislit got ku erkê şanda danustandinkar ji bo bergirî û dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê ye.
