Li bajarê Babê di encama teqîna bombeyekê de 3ê welatî hatin kuştin

Li bajarê Babê di encama teqîna bombeyekê de 3ê welatî hatin kuştin

 

 

Rojava News: Îro, termê 3ê welatiyên sivîl ku, ji encama teqîna bombeyekê çandî ji paşmayên DAIŞê li bajarê Babê gheştin nexweşxaneya Aferîn ya bajarê Efrînê li Kurdistana Rojava.

Li gor jêderekî pizîşkî ji naxweşxaneya Aferîn ji BasNewsê re ragehand ku, bombeyek çandî ji paşmayên DAIŞê li gundê Hezwan ku, dikeve bakurê rojavayê bajarê Babê teqiya di encam de 3ê welatiyan canê xwe ji dest dan, yek ji wan zarokek temen 9 mehî bû.

Li go heman jêderê ku, nexwest navê xwe aşkere bike da zanîn ku, her yek ji welatiyê bi navê Mihmed Ebdulah Xizme temen 30 salî û her du zarokê wî, temen du salî û 9 mehî ji encama teqîna bombeyeke çandî canê xwe ji destdan.

Herwiha da zanîn ku, jinek bi navê Fatima Hemdo temen 19e salî û Mhediya El-Xawiye temen 50 salî bi giranî birîndarbûn.

Berî du rojan jî 3ê welatiyên Kurd ji bajarê Efrînê dema ku, ji Şamê dihatin wî bajarî di encama teqîna bombeyekê de şehîbûn.