Elûş: Rûsya sozên xwe bi cîh neanîn!

Elûş: Rûsya sozên xwe bi cîh neanîn!

13:59:31

 

Rojava News: Endamekî şanda Dijbereya Sûriyê li Cinêvê daxwaz ji Rûsya dike, ku sozên xwe yên derbarê cîbicîkirina agirbestê li Sûriyê pêk bîne.

Endamê şanda Dijbereya Sûriyê Mihemed Elûş ku beşdarî di danustandinên Cinêvê de kiriye, ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê pabend nebûne bi wê agirbesta ku li Astana bi garantoriya Rûsya biryar li ser hatibû dayîn.

Elûş got: “Bi tenê divê li cend navçeyên Sûriyê û di encama êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê de, 79 kes hatine kuştin ku hejmareke jin û zarok di nav de bûn”.

Endamê şanda Dijbereya Sûriyê li Cinêvê got, heta niha Rûsya sozên xwe yên derbarê bichkirna agirbestê li nav Sûriyê neanîne cih, ew jî wek bersivdanekê li hember daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, ku ragihandibû, Rûsya pabendî agirbesta li Sûriyê ye, û bi awayekî berdewam wê agirbestê diparêze.