Hêzên ewlekariya deryayî 35 koçber rizgar kirin
Hêzên ewlekariya deryayî 35 koçber rizgar kirin

Hêzên ewlekariya deryayî 35 koçber rizgar kirin

1:41:24 PM

RojavaNews: Li Çanakkaleya Tirkiyê hêzên ewlekariya deryayi yên Tirkiyê 35 koçberên ku dixwestin herin Yûnanê û belema wan binav bû, rizgar kirin.

Li gora medyaya Tirkiyê 35 koçber di belemê de bûn ku dixwestin ji navçeya Ayvacika Çanakkaleya Tirkiyê biçin girava Mîdîllî ya Yûnanê, lê ew binav bû.

Hêzên ewlekariya deryayî yên Tirkiyê ew 35 koçberên ku belema wan binav bû, ji nava avê derxistin û ew birin navenda koçberan.

Hate ragihandin ku, ew koçber welatiyên sûrî, efganî, afrîqî bûn.

Tê zanîn ku Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa roja 18yê Adara 2016an li ser astengkirina çûna koçberan ji Tirkiyê ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve rêkeftinek îmze kirin.