Votel: Dikarin navçeyên aram li Sûriyê cibicî bikin

Votel: Dikarin navçeyên aram li Sûriyê cibicî bikin

1:47:35 PM

RojavaNews: Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dibêje, ew dikarin navçeyên aram li Sûriyê ava bikin, li deverên ku rêkarên aramiyê lê peyda dibin û dikarin alîkariyên mirovî pêşkêş bikin.

Li gor rojnameya “Foreign Policy” ya Amerîkî, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê General Joseph Votel gotiye, ku avakirina navçeyên aram li Sûriyê bîrokeyeke dikare were cibicîkirin, li navçeyên ku rêkarên aramiyê lê peyda dibin û dikarin alîkariyên mirovî pêşkêş bikin.

Li gor Votel, avakirina wan navçeyan ne hesan e û pêwîstiya wê bi hêzên pejahî jî heye, bo kontrolkirin û parastina wan navçeyan.

Berî çend rojan Joseph Votel seredana Rojavayê Kurdistanê kiribû û digel hin berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk civiyabû.

Tirkiye ku ji demeke dirêj ve avakirina navçeyên aram li Sûriyê pêşniyaz dike. Lê duh Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlknur Çevîk ragihandibû ku, divê navçeyên aram li Sûriyê li navçeyên ku ew dixwazin be, heger li deverine din bêne avakirin, ewê li dijî wê yekê bin.