5:32:30 PM
RojavaNews: peyvdara wezareta karên derve ya Rûsiya "mariya Zaxarova" roja bûrî sêşemê li ser rûpela xwe ya malpera Facebook xelata OSCAR ji tîmên berevaniya Sivîl yên Sûriya rexne kir, piştî fîlmê kimên Sipî xelata OSCAR ji baştirîn fîlmên belgefîlm bi dest girt di sala 2016an de.
Di vî mijarî de Mariya diyar kir ku dîmenen li ser internêtê tên belav kirin nûnêrî ne û ne rast in.
Herweha nav bûrî got: "beriya niha me got ku ewê bi navê kumên sipî ten nas kirin armanca wan xelata Nobel e, weke li gorî ew dibêjin ku jiyana hezarên sivîlan parastine, lê ew dîmenên nûnêrî pêktînin û bê fedî li ser Inernêtên belav dikin."
Zaxarova herweha diyar kir: "mixabin em nikarin nas bikin eger ew dîmen rast in an jî derew in lê ew helwesteke şaş e ji wan, û em dikarin wan dîmenan bixin nav dîmenên ku îşkenceya xelkên sivîl diyar dike."
