Sûriyê: Rûsyayê hêzên bin sîwana Amerîkayê bombardiman kir!

Sûriyê: Rûsyayê hêzên bin sîwana Amerîkayê bombardiman kir!

21:50:51

 

Rojava News: Fermandarê Amerîkî yê Bepirsê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Korgeneral Stephen Townsend ragihand ku Rûsyayê li Sûriyê hêzên Amerîka piştgiriya wan dike, bombardiman kiriye.

Townsend di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî hişyariyê û hevdîtinê Moskowê bombardimana li nêzî herêma Minbicê rawestandiye.

Washington û Moskowê li sala 2015an ji bo balafirên cengî yên her du welatan li qada asmanî rastî hev neyên peymaneke teknîkî îmze kiribûn.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê dide zanîn ku ji bo rê li ber rasthatina hêzên asmanî yên Amerîka û Rûsyayê bê girtin, di peymanê de bergiriyên sînorkirina wan xalan hatine diyarkirin.