Şer li Minbicê dijwar bû, leşkerên amerîkî tên bicihkirin

Şer li Minbicê dijwar bû, leşkerên amerîkî tên bicihkirin

13:54:52

 

Rojava news: Şerê di navbera Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li gundên rojava û başûrê rojavayê Minbicê dijwar bûn. Fermandarê Meclisa Leşkerî Hidar Menbîc amaje kir ku Tirkiye û ASAyê li Minbicê operasyon dane destpêkirin û got niha leşkerên amerîkî jî li Menbiê tên bicihkirin.

Duh di navbera HSDê û ASAyê li herêma rojava û başûrê rojavayê Minbicê de şer derket û îro du roj in şer bi awayekî dijwar berdewam dike. Li  bajaroka Ereme ya li bakurê Minbicê şerek dijwar diqewime û Tirkiye alîkariya ASAyê dike û çeperên HSDê bombebaran dike.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li rojavayê Minbicê tankek ayîdî ASAyê bi dest xist û niha ji ber şer bi sedan sivîl li malên xwe asê mane.

Tê îdiakirin ku çekdarên ASAyê li gundê Huta ya Arimayê 7 şervanên Meclisa Leşkerî kuştine lê Meclisa Leşkerîvê îdiayê red kir û got di dema şer de tenê hevalek wan birîndar bûye û ti hevalên wan jiyana xwe ji dest nedaye.

Ji aliyê din ve hat amajekirin ku li ser zêdebûna şerê di navbera ASA û HSDê, leşkerên amerîkî li gundên bakur û rojavayê Minbicê tên bicihkirin.

Di encama şer de ASA gundekî di bin kontrola HSDê kir bin kontrola xwe.

Derbarê şerê li herêmê diqewime Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hidar Menbic ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Hidar Menbic diyar kir ku ASA duh êrişî ser gundê di bin kontrola wan kirine û wiha pê  de çû:' Çekdarên ASAyê êrişî Gorheyî, Lasiye û Haldayê kirin. Beriya êrişan Tirkiye wan hersê gundan bombebaran kir.  Di encamê de di navbera ASA û Meclisa Leşkerî de şer derket. Şer berdewam dike û herdu alî jî çekên giran bi kar tînin. Ji bo sivîlên li hersê gundên navborî zirarê nebînin, me wan derbasî navenda Minbicê kirin. ‘

Hidar Minbic destnîşan kir ku ji ber topên hawanê 2 mal rûxiyane û 2 sivîl jî birîndar bûne ku ew niha tên dermankirin.

Hidar Minbic daxuyand ku bi armanca parastina Minbicê hêzên koalîsyonê ji xetta Sacur heta herêma Eremeyê gelek leşker bicih kirine.  Armancek bicihkirina leşkeran jî astengirina şerê di navbera ASA û HSDê de ye.