22:00:01
Rojava News: piştî ku, Artêşa Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê derbasî bajarê Tedmûrê yê dîrokî bû, çekarên DAIŞê jê ji piraniya taxên wê vekişiya.
Derbarê vê yekê Rewangehan Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyeke xwe de ragehand ku,îro, roja pêşembê çekdarên DAIŞê ji piraniya taxên bajêr Tedmûrê vekişiya, lê di taxên rojhelat de xwekujê wê hene, ji ber vê yekê jî Artêşa Sûriyê nekarî derbasî navenda bajêr bibe.
Rewangehê da zanîn ku, duh, roja Çarşemê Artêşa Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê derbasî bajarê dîrokî Tedmûrê bû, aşkere kir ku, hemû taxên ku, DAIŞê xwe jê vekşandine bi mayînan hatine çandin.
Di Gulana 2015ê de DAIŞê Tedmûr kontirolkir û şûnwarên wê jî bi rêya mayînan teqandin, di Adara 2016ê ji aliyê Artêşa Sûriyê û Rûsyayê ve hate kontirolkirin, lê careke din DAIŞê dest danî ser.
