22:09:19
Rojava News: Îstixbarata Amrîkayê kuştina rêvebereke bilind ê rêxistina El-Qaîde li Sûriyê ragihand.
Berpirsekî payebilind ê îstixbarata Amrîkayê tekez kir, cîgirê rêberê El-Qaîdê û endamê Encûmena Şêwirmendiyê Ebû El-Xêr El-Misrî di encama bombebarankirina balefirek bê firokevan li parêzgeha Îdlibê ya bakurê rojavayê sûriyê hatiye kuştin.
Ebû El-Xêr El-Misrî, navê wî ya rastî Ebdulah Receb Ebdilrehman e û zavê rêberê berê yê El-Qaîde Usame Bin Ladin e, ji 19 salan ve îstixbarata Amerîka li dû şopa wî digere.
Ebû El-Xêr El-Misrî, piştî êrîşên 11 Îlona 2001an ve li Îranê bû, ji du salan ve li Sûriyê û alîkariya Eniya El-Nusrayê dikir.
