11:16:25
Rojava News: Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, ji encama şerê dijî DAIŞê li navçeyên bakurê Sûriyê 66 hezar welatiyên sivîl penaber bûne.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên Mirovî, îro 5ê vê mehê raporek belav kir tê de ragehand ku, ji encama şerê dijî DAIŞê li navçeyên bakurê Sûriyê 66 hezar welatiyên sivîl penaber bûne û ber bi deverên aram ve çûne.
Li gor rapora NY 40 hezar kes ji bajarê Babê û bajarokê Tadif ji ber şerê li dijî DAIŞê penaber bûne, herwiha 26 hezar ji rojhelatê bajarê Babê bûne.
Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de da zanîn ku, piraniya welatiyên sivîl yên koçber dibin ber bi navçeyên bakur ên di bin kontirola opozîsyona Sûriyê ve diçin, aşkere kir ku, ew welatî ji mayînên çandî nikarin vegerin ser mal û mulkên xwe .
Ji aliyeke din ve û li gor rapora Neteweyên Yekbûyî hin wan kesên derbider dibin ber bi navçeyên di bin kontirola Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ve diçin.
