Li Minibcê ji ber koçberiyê metirsî heye ku keraseteke mirovî biqewime!

Li Minibcê ji ber koçberiyê metirsî heye ku keraseteke mirovî biqewime!

13:47:04

 

Rojava News: Bi hezaran welatiyên sivîl ji ber êrîşên artêşa Tirk û şerê li herêmê koçî herêma Minbicê dikin. Di derbarê mijarê de Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a bajarê Minbicê û gundên wê Farûq El-Maşî diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara koçberan, mertirsî heye ku li herêmê keraseteke mirovî biqewime.

Hat zanîn; 130 hezar koçber li Minbicê bi cih bûne û ta niha tu alikariyê mirovî negihiştiye wan.

Koçberan ji bo ku bi lez xwe û zarokên xwe ji mirinê xelas bikin, ti tiştek bi xwe re neanîn.