02:08:35
Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Staffan De Mistura ragehand ku, bi hebûne Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed zehmete hilbijartin li wî welatî werin pêkanîn.
Îro, di hevpeyvînekê de ligel kenala El-Erebiye Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Staffan De Mistura ragehand ku, mijara veguhestina siyasî xala herî serekeye di danûstandinên Cenêv-5 ku, biryare di 23ê vê mehê de werin lidarxistin.
De Mistura tekez kir ku, bi hebûne Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re zehmete hilbijartin li wî welatî werin pêkanîn.Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, agirbesta li Sûriyê heta niha liber xwe dide ew yeke jî wê alîkariya danûstandênên Cenêvê bike.
Biryare di 23ê vê mehê de gera 5ê ya danûstandinên Cenêvê derbarê kirîza Sûriyê di navbera şanda rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî destpê bike.
