12:54:22
Rojava News: Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku ne razî ne hêzên DYAyê li Minbicê bin û teqez kir ku tekane hêz li dijî DAIŞê bi awayekî bi bandor şer dike, Rûsya ye.
Esad bi kanala Phonixê ya Çînê re axivî û tiştên giring ji axiftina wî wiha ne:
Çi hêzên biyanî bêyî destûra Sûriyeyê, têkevin nav xaka wê, ew hêz dagirker in. Ew hêz çi yên DYAyê bin çi yên Tirkiyeyê bin.
Li ser asta fermî ti pêwendî di navbera Hikûmeta Sûriyeyê DYAyê de tine.
Operasyonên DYAyê li dijî DAIŞê, bêyî ku bi Sûriyeyê bişêwirin pêk anîne.
Tirkiye piştgiriya DAIŞê dide û Erdogan endamên rêxistina "Ixwan El Muslim"ê ye.
Erdogan sempatîzanê El Nusra û DAIŞê ye. Her kes li herêma me vê dizane.
Erdogan alîkariya lojîstîk û leşkerî da El Nusra û DAIŞê û bazirganiya petrolê bi wan re kir.
Me nedipa ku encam ji civînên Ceneveya Swîsrayê derkeve lê ji bo lihevkirinê gaveke erênî ye.
Tekane hêza li Sûriyeyê li dijî DAIŞê bi awayekî bi bandor şer dike, Rûsya ye.
Piştî vê, pêngava herî giring ji bo Artêşa Sûriyeyê, rizgarkirina Reqqayê bû.
Pergala Siberoja Sûriyeyê bi sûriyan ve girêdayî ye.
Hêvî dikim pevçûnên li Sûriyeyê di sala 2017an de bi dawî bibin.
