Rojava News: Serokê Sûriyeyê Beşar Esad destnîşan kir ku ne Neteweyên Yekbûyî (NY) wê gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja wî ya siyasî bidin.
Esad amaje kir ku ew ‘tenê di emrê gelê Sûriyeyê de' ye û got ew guh nade fikren NY û welatên biyanî lewra biryara pêşeroja wî ya siyasî di destê gelê Sûriyeyê de ye.
Ji aliyê din ve Esad diyar kir ku ji serê qeyrana Sûriyeyê heta niha ew bi Rûsyayê re di nava kordînasyonê de ne û wiha pê de çû: ‘Polîtîka û nêzîkbûna Rûsyayê ya li hember gelê Sûriyeyê ji beriya her tiştî parastina desthilatdariya Sûriyeyê dike.'
