Sûriye: Me balefirek Îsraîlê ya şer xist xwarê!

Sûriye: Me balefirek Îsraîlê ya şer xist xwarê!

05:02:48

 

Rojava News: Serfermandariya Giştî ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şevê din balafirên şer ên Îsraîlê li derdora Palmirayê noqteyeke leşkerî hedef girtin.

Li gorî daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Sûriyeyê ji 4 balafirên ku li dijî herêma Palmirayê êriş pêk anî bûn yek ji wan ji terefê moşekan ve hatiye avêtin û yek jî hat derbkirin.

Ji aliyê din ve li gorî ajansa nûçeya ya SANA ya dewleta Sûriyeyê şevê din seet li dora 02.40î 4 balafirên şer ên Îsraîlê derbasî nav sînorê Sûriyeyê bûn.

Li gorî nûçeya SANAyê, balafirên şer ên Îsraîlê li derdora herêma Palmirayê êrişî noqteyên leşkerî kirin û artêşa Sûriyeyê jî bersiva wan daye. Di bersivdayînê de balafireke Îsraîlê hatiye xistin û yek jî hatiye derbkirin.