21:11:24
Rojava News: Piştî 5 salan ji dorpêca li ser taxa El-Wa'ir ya bajarê Humsê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve û piştî rêkeftinekê ligel çekdarên opozîsyonê, yekem karwanê çekdar û malbatên çekdarên opozîsyonê ji wê taxê derketin.
Li gor ajansa fermî ya Sûrî “SANA”, îro yekem karwanê çekdarên opozîsyonê ligel malbatên wan, ku dora 2 hezar kesî bûn, ji taxa El-Wa'ir derketin û berve deverên di bin kontrola opozîsyonê li rojhilatê Helebê çûn.
Li gor ku Parêzgarê Humsê ragihandiye, îro 400 çekdar û dora hezar û 500 sivîl ji taxa El-Wa'ir ya Humsê derketin.
Di 14 vê mehê de komîteya danûstandinê li taxa El-Wa'ir piştî gotûbêjkirina ligel hikûmeta Sûriyê û bi serperiştiya Rûsyayê, li ser valakirina taxa El-Wa'ir li hev kiribûn.
Li gor rêkeftinê, biryar e 12 hezar kes ku di nav wan de 2 hezar û 500 çekdarên opozîsyonê digel radestkirina çekên xwe ji wê taxê derkevin.
Ev ne cara yekem e rêjîma Sûriyê ligel çekdarên opozîsyonê rêkeftinên wiha îmze dike, ku berê jî li deverên Dareya, Muedemiye El-Şam, Wadî Bereda yên li parêzgeha Şamê, herwiha li taxên rojhilatê Helebê û hin deverên din li Sûriyê kiriye û çekdarên opozîsyonê ligel malbatên wan ji wan deveran derxistine .
