12:14:15
Rojava News: bi armanca cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê Artêşa Rûsyayê dê çavdêriya rewşa mîtîşyatên ku, ligel Artêşa Sûriyê şer bike, taybet jî mîlîşyatên Hizbûlah a Libnanê.
Rojnameya Izvestia ya Rûsyayê di nûçeyeka xwe de ragehand ku, navendên lihevkirinê ya Rûsyayê di xalên leşkerî li ser dirêjahiya hêlên rûberûnê çavdêriya rewşa mîtîşyatên ku, ligel Artêşa Sûriyê şer dike, taybet jî mîlîşyatên Hizbûlah a Libnanê.
Heman çavkaniyê da zanîn ku, aliyên ku, di civînên Astanayê de beşdarbibûn, nexşeyên leşkerî lihev guhertin, tê de navend û baregehên grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê hebûn.
Tê zanîn ku, Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman hişyarî da hêza Parastina Sûriyê û ew agehdar kirin eger careke din bersiva firokeyên Îsraîlê dan, ew dê sîstema bergîriya Sûriyê bikin armanc.
