Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê rastî êrîşê hat!

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê rastî êrîşê hat!

16:33:16

 

Rojava News: Balyozê Rûsya li Şamê Aleksander Kînşak îro ragihand ku, şeva borî avahiyeke balyozxaneya wan  li Şamê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve rastî êrîşekê hat û di encamê de ew avahî hate jinav birin.

Balyozê Rûsya li Şamê tekez kir ku, ti ziyanên giyanî nebû ji ber ti kes di wê avahiyê de nebû.

Ji roja 19 Adarê ve, çekdarên opozîsyonê êrîşî nava Şama paytext bi taybet li taxa Cober û Ebasiyîn dikin. li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovanî, rêjîma Sûriyê jî bi tundî deverên opozîsyonê li rojhilatê Şamê bombebaran dike.