Serokê şanda dijbereya Sûriyê: PYD nûnertiya kurdên Sûriyê nake

Serokê şanda dijbereya Sûriyê: PYD nûnertiya kurdên Sûriyê nake

12:21:31

 

Rojava News: Serokê şanda opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ragihand,  PYD hevakrê rêjîma Sûriyê ye û bi ti awayî nûneratiya kurdan nake, ENKS nûnertiya kurdan di hevdîtinên Cinêvê de dike.

Duh li bajarê Cinêrê yê Swîsrayê, pêncemîn civîna aliyên şerê Sûriyê dest pê kir. Beriya civînê serokê şanda opozîsyonê Nesir Herîrî civîneka rojnamevaniyê li dar xist.

Nesir Herîrî di civînê de ragihand, ku nûnerên kurdan hem di şanda opozîsyonê de û hem jî di danûstandinên li ser Sûriyê de beşdarin û ENKS nûneratiya wan dike.

Nesir Herîrî herwiha got, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelek caran piştevaniya rêjîma Sûriyê kiriye û bi ti awayekî nûneratiya Kurdan nake.

Herîrî diyar kir, eger ku PYD dixwaze tevlî hevdîtinan bibe bila di nava şanda hikûmeta Sûriyê de beşdar bibe.

Tê pêşbînîkirin ku hevdîtinên vê carê yên di navbera aliyên şerê Sûriyê, ku bi navbeynkariya NY tê encamdan, heta 1 Nîsana îsal bidome.