12:33:52
Rojava News: Li bajarê Ezazê ku, dikeve bakurê Sûriyê otombîlek bombekirî teqiya tê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî û birîndarbûn.
Li gor ofîsa ragehandinê ya bi ser Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, li bajarê Êzazê otombîlek bombekirî li keraca bajêr rawestiyabû teqiya, di encam de 5 kes hatin kuştin û hejmarek birîndarbûn, her wiha zirar gehane dukan û avahiyên bajêr.
Li gor daxuyaniya ofîsa ragehandinê ya Artêşa Azad heta niha ti aliyan berpirsyaretiya xwe ji wê teqînê re ranegehandibûn.Berî niha jî bajarê Ezazê rastî gelek teqînan bibû.
