02:34:58
Rojava News: Serokê şanda Dijbereya Sûriyê li Cinêvê ragihand, ku Kurd pêkhateyeke resen a gelê Sûriyê ne û nûnerên wan li nav Desteya Bilind a Danûstandinan û şanda danûstankar a Dijbereyê de.
Nesir Herîrî got, ew berevaniyê li mafê Kurd dikin, û ev yek jî anî ziman, ku doza Kurdî û doza wan ji hev nayê cudakirin.
Pêkhateya Kurdî, birayên me yên Kurd, pêkhateyeke kevnar û resen ji gelê me ye, û em bi wan serbilind in, wek tevahiya pêkhateyên din ên gelê Sûriyê, Ereb, Turkmen, Suryan, Aşûrî, Çerkes û Ermen û tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê, pêkhateyên resen in, û em serbilind in ji ber wan, birayên me yên Kurd bi nûnerên xwe cihê xwe di nav Desteya Bilind a Danûstandinan û di nav şanda danûstankar de digirin, û emê bi xwe mafê wan biparêzin û berevaniyê di ber mafê wan de bikin wek çawa em mafê xwe diparêzin, ji ber ku doza me niştimanî ye, û em bi hev re ne, û ev doz ji hev nayê cudakirin.
Derbarê destpêkirina gotûbêj û danûstandinên rasterast ên navbera şandên aliyên li Cinêvê de jî, Herîrî da xuyakirin, ku hêj ti danûstandinê rasterast nehatine kirin û tekez kir, ku ti aliyekê hêj ti belgeyek pêşkêşî wan nekirye.
Herîrî li ser vê mijarê got:
“Heya vê gavê danûstandinên rasterast nehatine kirin, me ti belgeyeke aliyê din nedîtiye ku ji me re hatibe pêşkêşkirin, tiştê niha ji bo me giringe ew ku li ser mijarên destnîşankirî bisekinin, wek min ji we re got em rijd in li ser vê yekê ku encamên van danûstandinan bi awayekî praktîkî cihê xwe bigirin, ew jî ji bo qazanc û berjewendiya gelê me, heya vê gavê jî me hevparekî rasterast nedîtiye ku pêbend be bi van armancan, emê ji bo pêşxistina proseya siyasî berdewam bin di karê xwe de.”
