De Mistura: Dema Cinêv-6 nehatiye destnîşankirin

De Mistura: Dema Cinêv-6 nehatiye destnîşankirin

9:09:33 AM

 

RojavaNews: Şanderê Navdewletî yê bo Karûnarên Sûriyê, Staffan de Mistura da xuyakirin, ku hêj ti demek ji bo birêveçûna Cinêv-6 nehatiye diyarkirin û tekez kir, ji bo destnîşankirina dema danûstandinên Cinêv-6 ew dê bi Encumena Asayişa Navdewletî re bicive.

Staffan de Mistura roja înê 31ê Adarê li bajarê Cinêvê konfranseke rojnamevanî li dar xist û tê de derbarê encamên danûstandinan û plana wan a ji bo berdewamîdan bi proseya hevdîtinan zanyarî da.

De Mistura di vê konfransa rojnamevanî de, bi fermî bidawîhatina danûstandinên Cinêv-5ê ragihand û got, destkevtên mezin nehatine bidestxistin, lê nabe em bêhêvî jî bibin.

Şanderê Navdewletî yê bo Karûbarên Sûriyê da xuyakirin, şerê ku niha li Sûriyê tê kirin, şerê herî zehmet ê li seranserê cîhanê ye.

Staffan De Mistura wiha axivî:

“Yek ji prisyarên ku hûn dikin, dê kengî danûstandinên bihê yên Cinêvê destpê bikin, aliyek heye kêfa wî ji wê yekê re tê, ku ew bi xwe dema destpêkirina danûstandinan rabigihîne, berî ku ez bi xwe bêjim dê kengî destpê bike, lê bi rastî ji bo vê mebestê di dawiya hefteya bihê de, ezê bi Encumena Asayişa Navdewletî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî re bicivim, û li gor şîret û rênimayîyên wan ez dê dema danûstandinên dahatî destnîşan bikim.”