12:12:38
Rojava News: Bi sedema şer û pevçûnên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê, bi hezaran koçber ji gundê Kidêra direvine Kampa Mistaha li bakurê rojhilatê Bendava Tebqa li parêzgehga Reqayê.
Karwanê koçberan li ser rê ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî pêşwaziya wan dikin. Jin, zarok, pîr û kal, bi motor û otomobîlan direvine deverên dûrî destê DAIŞê, dixwazin jiyana xwe biparêzin û ji sitemê dûr bikevin.
Koçberê bi navê Diyab Elxanim wiha got: "Em ji Kidêre hatin Kampa Mistaha, li cem kesûkarên xwe. DAIŞê gule bi ser serê me de berdan. Em ber bi hevalan ve hatin Deşta Xeşeb. Em diçine Bendavê. Xwedê ji wan razî be, wan em derxistin."
Piştî koçber ji DAIŞê dûr ketin, li ser rê çaverê ne ku li Kampa Mistaha bicih bibin. Ji aliyekî ew kêfxweş in ku ji DAIŞê rizgar bûn, lê ji aliyekî din ve ew xemgîn in ku ji mal û warên xwe dûr ketine.
Koçber Hac Mihemed Elbidio jî got: "Em hemû koçberî Mistaha bûn. Kesekî ji me nazanîbû ew li kûderê maye. Lêdanê dest pê kir. Hin kesan xwestin me bibin Kidêran. Dawiyê em reviyan û hatin vê derê."
Koçberên gundê Kidêran berê xwe dane Kampa Mistaha li bakur-rojhilatê Bendava Tebqayê, li parêzgeha Reqayê. Ew ji ber DAIŞê reviyane.
