8:38:54 AM
RojavaNews: Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogerînî (Federica Mogherini) got, dezgehên Yekîtiya Ewropayê bi hemû şêweyekî piştgiriya Şanderê Navdewletî yê bo Karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura dike.
Mogerînî got, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ew pişgiriyê didin şanderê navdewletî yê ji bo Karûbarên Sûriyê.
Herwiha Mogerînî got, di çend salên derbasbûyî de, YEyê alîkariyên mirovî ji bo xelkê Sûriyê û welatên din ên Rojhilata Navîn şandiye û tekez kir, ku ew dê li ser wan alîkariyên xwe berdewam bin.
Mogerînî destnîşan kir:
“Em tekezî li ser piştgîrîkirina danûstandinên siyasî yên li Cinêvê dikin. Pêwîst e piştgîrya temam a civaka navneteweyî ji bo karê Staffan de Mistura li Cinêvê were bidestxistin, daku guhertin bêne kirin û çareseriyeke siyasî ji bo krîza wî welatî were dîtin.
Herweha behsa wê yekê jî dkin ku çawa civaka navneteweyî xwe ji bo qonaxa piştî şer amade bike, bêyî guman ev li gor rêkevtneke siyasî tê encamdan û divê civaka navneteweyî xwe ji bo wê qonaxê amade bike.”
