Erdogan: Operasyonên nû dest pê dikin

Erdogan: Operasyonên nû dest pê dikin

8:44:48 AM

RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Yekemîn Qonaxa Operasyona Mertala Firatê xilas bû û me dest bi amadehiya operasyonên nû kir.”

Duh duşemî 3ê Nîsanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Trabzonê beşdarî mîtînga Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya ji bo refranduma guhertina hin madeyên destûrî û sîstema siyasî ya Tirkiyê bû û derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê li Sûriyê axivî.

Erdogan li ser Operasyonên Mertala Firatê got: “Me 1emîn Qonaxa Operasyona Mertala Firatê  xilas kir,Ji bo ku rêxistinên terorê têk bibin, me dest bi amadehiyên operasyonên nû kiriye.”

Herwiha Erdogan got: “Emê navên nû bidin operasyonên nû. Gelek surprîzên me hene ji bo terorîstên ku li benda buharê ne.”

Operasyonên Mertala Firatê hefteya borî bi dawî bûbû.

Operasyon di 26ê Tebaxa 2016an de hatibû destpêkirin û heta dawiya operasyonê 71 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.