Li dijî Xan Şeyxûn cardin êrîş hate kirin

Li dijî Xan Şeyxûn cardin êrîş hate kirin

22:08:51

 

Rojava News: Navçeya Xan Şeyxûn a ser bi bajarê Idlibê, piştî êrîşa bi çekên kîmyayî, 4 roj şûnde cardin hate bombebarankirin.

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Xan Şeyxûn Mistefa Hac Yûsif daxuyaniyek da û ragihand, îro danê sibehê navçe dîsa bûye armanca bombeyan.

Yûsif diyar kir, di encama bombebaranê de jinekê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Mistefa Hac Yûsif destnîşan kir, tîmên parastina sivîlan, birîndar veguhastine navendên tendirustiyê yên herî nêz.

Firokeyên Şer ên Hikûmeta Sûriyê roja sêşemê bi çekên kîmyayî êrîşî navçeya Xan Şeyxûn kiribûn. Di vê êrîşê de nêzîkî 100 kesan jiyana xwe dest dabûn û derdora 500 kesî jî bi gazê bi jehrê ketibûn.

Ji ber ku bi çekên kîmyayî ew der qirêj bû û rîska nexweşketinê zêde bû, gelek niştecihên navçeya Xan Şeyxûnê ji cih û warê xwe koç kirin.