13:40:21
Rojava News: Hat ragihandin ku li bajarê Reqqayê yê Sûriyê 5 zarok û 4 jinên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî, li demjimêr 10:30ê şeva Şemiyê 9 kurdên êzidî hatine rizgarkirin ku 5 ji wan zarok û 4 jî jin in
Qaîdî da zanîn, "Ev 10 roj in em bi berdewamî hewla rizgarkirina van kesan didin. Ev zarok û jinên kurdên êzidî li bajarê Reqqa ya Sûriyê hatine rizgarkirin. Niha li cihekî aram û bi ewle ne."
Tê çaverêkirin 9 kurdên êzidû ku hatine rizgarkirin îro Yekşemê bigihin bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê.
Li gor amaran, ji 5 hezar Kurdên êzidî ku DAIŞê di êrîşa Tebaxa 2014an a ser Şingalê de revandibûn, heta niha bi qasî 3 hezar kesan ji wan ji destê DAIŞê rizgar bûne.
