Hevbendiya Niştimanî rawestana xwe li rex Miletê Misrî tekez dike

Hevbendiya Niştimanî rawestana xwe li rex Miletê Misrî tekez dike

5:27:19 PM

RojavaNews: Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê rawestana xwe li kêleka miletê Misrî tekez kir, û êrîşên terorîstî yên li dijî du dêrên herdu bajarên Iskenderiyê û Tenta li Misrê roja yekşembê (9 Nîanê) çêbûn û kuştin û birîndarbûna xelkê Misrê yên bira şermezar kir.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke fermî de tekez kir ko “Ev tawankarî hovîtî  û kirêtiya ramanên wan terorîstan diyar dike, nemaze ku wan sivîlên bêguneh di helkefteke olî  de li cihên xwedaperistiyê  armanc  kirine, û ev riftar hovîtiya wan tawankaran dide xuyakirin.

Her weha Hevbendî “ji dêvila miletê Sûrî ve” rawestana xwe li tenişt gelê Misrê bi sercem pêkhateyên wê ve tekez dike, ji bo li hember tawanên terorîstî derkeve , û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û saxiya bilez ji birîndaran re dixwaze.”

Doh bûyerin xwînrijî li bakurê Misrê çêbûn, 43 kes bi kêmanî hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne di du teqînên du dêrên Qubtiyan ,li gora berpirsan gotin, amanc kirine, û rêkxistina Daiş berpirsiyariya herdu teqînan li gora acansa E’maq ya bi ser ve da ser milê xwe