3:41:56 PM
RojavaNews: Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson got, dawîbûna desthilatdariya Serokê Sûriyê Beşar Esed li wî welatî nêzîk e.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson beşdarî civîna wezîrên welatên endam ên G7ê bû û derbarê rewşa Sûriyê de daxuyanî da.
Rex Tillerson êrişa kimyawî ya li Xan Şêxûna bi ser Idlibê ve bibîr anî û got: “Em careke din nahêlin li Sûriyê êrişên kimyawî bêne encamdan.”
Tillerson amaje kir ku dawîbûna desthilatdariya Beşar Esed û malbata wî hatiye û wiha domand:
“Karê me yê ewil li Iraq û Sûriyê jinavbirina DAIŞê ye. Em rê nadin ku çekên kimyawî yê Esed bikeve destê DAIŞê yan jî rêxistinên din. Hevkariya Rûsya ya ligel Esed, Îran û Hizbullahê di berjewendiyê wê de nîne.”
Wezîrê derve yê Amerîka herwiha ragihand, êrîşa kîmyawî ya li Sûriyê bi sedema xemsariya Rûsyê bû.
Li ser vê yekê Tilirson got, Rûsye gerantorê radestkirina çekên kîmyawî yên Artêşa Sûryê bû, lê pabendî erkên xwe nebû, lewma pêwîst bû Amerîka bersiveke bi vê awayî bide.
