12:43:34
Rojava News: Wezareta hindirîn ya Almanya îro Duşemê ragihand ku 204 kes ji welaêt çûne Sûrîyê û Îraqê, da ku li kelêka Kurdan şerê dijî DAIŞê bikin.
Wezaretê ragihand ku 69 ji wan kesên çûyî, welatîyên Almanî ne û 102 ji wan kesên ku çûyî û vegerîne ji wan 43 kes welatîyên Almanya ne.
Li gor daxuyanîya wezreta Almanî, 3 kes hatine kuçtin ku yek ji wan di êrîşeke esmanî ya Tirkîyê de, di meha Mijdara bûrî de hatiye kuştin.
Wezaretê ew agahî li ser daxwaza pirsa parlementera Partîya Çep (Die Linke) Ulla Jelpke da û got ku hurgilîyên êrîşa esmanî ya Tirkîyê ji wan re zelal nebûne.
Jelpke bersîva wezaretê rexne kir û wek skandalekê bi nav kir ku Berlînê li dû kuştina welatîyekî xwe, di êrîşên Tirkîyê de neketiye.
Tê zanîn ku bi sedan şervanên bîyanî li kelêka Hêzên Sûrîya Demokrat, dijî DAIŞê şer dikin û li gor nerîngeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) herî kêm 25 ji wan kesan di şer de hatine kuştin.
