Li Helebê li dijî sivîlan êrîş: 70 mirî, 130 birîndar

Li Helebê li dijî sivîlan êrîş: 70 mirî, 130 birîndar

23:44:14

 

Rojava News: Li Helebê li nêzîkî karwanê otobusên ku sivîl ji bajarokên Fua û Kefrayaya bi piraniya xwe Şîa ne, tehliye dikirin teqîn pêk hat. Li gorî zanyariyên pêşîn hat diyar kirin ku teqîna li herêma Raşidinê pêk hat, êrîşeke xwekujiyê ye.

Li gorî agahiyan di teqînê de herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dane, 130 kes jî birîndar bûne. Şahidên bûyerê ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dane de gelek jin û zarok jî hene û gotin, "Gelekî zehmet e ku hejmara qurbaniyan bi awayekî zelal were gotin lê li derdorê gelek termên şewitî tên dîtin."

Di zanyariyên pêşîn de hatibû destnîşankirin ku hejmara miriyan 20 in, ya birîndaran jî 50ê ne. Tê gumankirin ku hejmara kesên mirî zêde bibe.

Li gor hatiye ragihandin; êrîşkarekî xwekuj li herêma Raşidinê li nêzîkî wesayitên kul i îstasyona benzînê rawestiyabûn, xwe teqand û bû sedema teqînê. Hat diyarkirin ku ew wesayitên li îstasyonê disekinîn, ji bajarokên Fua û Kefraya yên ku sivîl jê dihatin tehliyekirin, dihatin.

Duhî ji bo tehliyekirina 5 hezar kesên ji Fua û Kefrayayê karwaneke bi 75 otobusan gihîştibû Helebê.

Tehliyekirina sivîlên li Fua û Kefrayayê wekî perçeyekeî peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û milîtanên çekdar de hatibû qebûlkirin. Ji bo 20 hezar sivîlên ku ji sala 2013an û vir ve li herêmê di bin dorpêçkirinê de ne, ne pêkan bû ku pêdiviyên xwarin û bingehîn bihata şandin.