13:40:37
Rojava News: Balafirên Rûsyayê derengiya şevê li milîtanên îslamîstên tundrew ên li başûrê Idlibê xist.
Li gor nûçeya Al Masdarê balafirên Rûsî yên ji baregeha Hmeymimê rabûn bi şev bingehên milîtanên îslamîstên tundrew bombardiman kir.
Hat ragihandin ku balafirên ji baregeha Lazqiyê jî rabûne li Hemayê komên milîtanan ên li bajarokên Latamîna, Zalakiye, Morek, Suran û Taybat El-îmanê bombardiman kirine.
Hat ragihandin ku Rûsyayê zêdetirî 40 êrîşên asmanî li ser milîtanan pêk anîye û xetên wan ên çûnûhatinê kiriye armanc.
