13:11:23
Rojava News: Balafirên şer yên Rêjîmê bi roketên valahî û yên hejînî bajarokê Maret El-Numan li gundewarê Idlibê yê başûr topbaran kirin.
Di encama topbaranê de çar zarok hatin kuştin û heft kes birîndar ketin, di dema ku hêzên peresdariya sivîl hewl didin ku birîndaran ji jêrî kavilan derxînin.
Herweha balafirên Rûsî taxên bajarokê Helûz û bajarê Cisir El-Şixûr li gundewarê Idlibê topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.
