Hevpeymana navwelatî Reqaa topbaran kir!

Hevpeymana navwelatî Reqaa topbaran kir!

13:31:31

 

Rojava News: Îro  êvarî li gundewarê bakurê Reqayê welatiyekî canê xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn  , di encama topbarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Ebara

Êrîşên ezmanî dibistana gund armanc kirin, û dibistan bi tevahî hat ruxandin , û Hêzên Sûriya Demokrat gundê Reheyat  li bakurê Reqayê kontirol kirin

Herweha balafirên Hevpeymaniya navdewletî çend êrîş birin ser taxa pêşî ji bajarê Tebqayê , di demekê de ku HSDê ber bi taxên bajêr ve diçe

Tê zanîn ku di hefteya bûrî de  wezareta berevaniya Amerîkayê Pêntagon di daxuyaneya xwe de tekez kir ku di şerê li dijî DAİŞê de bi kêmanî 229 welatî di êrîşên ezmanî de hatine kuştin.