Rojava News: Berpirsekî Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, di çarçoveya rêkeftinekê de li gel rejîma wî welatî 500 girtiyên opozîsyonê tên berdan û di heya çend demijmêran de digehin navçeyên di bin kontirola wan de.
Ajansa Reutersê li ser zarê Berdevkê cemaeta Ehrar El-Şam Mihmed Ebûzêd ragehand ku, di çarçoveya rêkeftinekê de li gel rejîma wî welatî 500 girtiyên opozîsyonê tên berdan û di heya çend demijmêran de digehin derdora bajarê Helebê ku, di bin kontirola opozîsyonê de ne.
Herwiha Berdevkê cemaeta Ehrar El-Şam Mihmed Ebûzêd tekez kir, danûstandin derbarê berdana wan girtiyan bi dawî bûne û îro, roja Înê ew girtî digehin navçeyên wan.
