DAIŞ ji Reqayê vedikişe

DAIŞ ji Reqayê vedikişe

12:23:18

 

Rojava News: Hêzên Nuxbe yên dijbereya Sûriyê xwe ji bo derbasbûna nav bajarê Reqayê amade dikin. Ji aliyê din ve Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) jî ketina nav bajarê Tebqayê.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî nav bajarê Tebqa bûn, Hêzên Nuxbe yên dijbereya Sûriyê jî xwe amade dikin bikevin Reqayê.

Berdevkê Hêzên Nuxbe ya ser bi dijbereya Sûriyê Dr. Mihemed Şakir ragihand, ku dê hêzên wan bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî derbasî navenda bajarê Reqayê bibin.

Ev yek jî di demekê de ye, ku karwanekî mezin ê çekdarên DAIŞê ji Reqayê derketin û berê xwe dane parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê ya li ser sînûrê Iraqê.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, berpirsên herî mezin ên DAIŞê ji nav bajarê Reqayê derketine û li derdora Dêrazorê hatine bicihkirin.