13:12:28
Rojava News: Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad destnîşan kir ku destwerdana welatên rojavayî ên ku Amerîka serkêşiya wan dike bi kêrî terorîstan tê.
Li gorî agahiyên ku ji ser Suriya Al Enê hatine girtin Esad di axaftina xwe ya 'Komîteya Navendî a Partiya Baasê' a li Şamê de diyar kiriye ku destwerdana welatên rojavayî ya li Sûriyeyê bi kêrî terorîstan tê û wiha gotiye: "Her ku artêşa Sûriyeyê li hember terorîstan bi ser dikeve, destwerdanê dikin. Êrişa DYAyê a li hember baregeha Şayratê piştî têkçûna milîtanan ya li Hemayê ji aliyê artêşa Sûriyeyê hate kirin."
Esad di dewama axaftina xwe de amaje kir ku welatên dijmin wehabiyên fanatîkê dîn û kesên aliyên Birayên Misilman li hember Sûriyeyê sor dikin lê diyar kir ku wê ti caran bi ser nekevin.
Esad eşkere kir ku li her deverm Sûriyeyê wê li hember terorîstan têbikoşin û got: "Em ê li hember polîtîkayên parçebûnê yê welatên rojavayî bo Sûriyeyê bisekinin.
Herwiha em ê her li gorî pêvajoyên agibest, Astana û Cenevre yên ku dixwazin xwîna li Sûriyeyê rawestin tevbigerin."
