14:27:56
Rojava News: Îsraîl embarên çekan yên Hizbulaha Libnanî li nêzîkî firokxaneya Şamê bombebaran dike.
Jêderên ji îstixbarata Sûriyê ji ”Reuters” re ragihandin, ku Îsraîlê embarên çekan yên Hizbulaha Libnanî li nêzîkî firokxaneya Şamê bomberan kirin. Li firokxaneyê bi berdewamî û bi riya firokeyên bazirganiyê û yên leşkerî çek ji Tehranê bo Sûriyê tên veguhastin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz ji radyoya Îsraîlê re ragihand, Îran di Sûriyê re û bi riyên qaçax re çekan ji Hizbulaha Libnanî derbas dike. Ew êrîş di demekê de hat ku Îsraîlê tevgerekê bo qedexekirina derbaskirina çekan bo Hilzbulah dike.
Yisrael Katz got jî, her ku Îran çekên pêşketî bide Hizbulaha Libnanî, ewê bersivê bidin.
Jêderên ji opozîsyona Sûriyê wê ajansê re ragihandin, embarên çekan yên li firokxaneyê li rojhilatê Şamê rastî 5 lêdanan hatin.
Ev ne cara yekem e Îsraîl baregehên rêjîma Sûriyê û yên Hizbulaha Libnanî li Sûriyê bombebaran dike.
