Li Tebqayê nêzî 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Li Tebqayê nêzî 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin

13:05:52

 

Rojava News: Şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) doh nêzî 2 hezar sivîl ji taxa El-Weheb ê ji rêxistina DAIŞê rizgar kirin û derbasî herêmên biewle kirin.

Hate ragihandin ku doh nêzî 2 hezar sivîl ji DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatine rizgarkirin û sivîl derbasî herêmên biewle hatine kirin.

Hate diyarkirin ku di nav sivîlên hatine rizgarkirin de 3 zarokên birîndar jî hebûne. Her sê zarok ji aliyê bijîşkên HSDê ve hatine dermankirin.

Herwiha şer û pevçûnên li herêmê jî dewam dikin.