12:28:47
Rojava News: Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku welatên rojavayî wî mîna şeytên nîşan didin û ji peyamnêrê ku pê re roportaj dikir jî got: "Li gorî nêrîna rojavayiyan niha tu bi şeytanekî re rûniştiye."
Esad hin beyanat da ajansa TeleSûr ya li amerîkaya Latîn de gelekî tê naskirin û diyar kir ku welatên rojavayî wî mîna şeytên nîşan didin.
Esad di axaftina xwe de ji diyar kir ku 'ti polîtîkayek Serokê DYAyê Donal Trump nîne û ji bedêla biyarên wî yên serwîsên îstîxabaratê, Pentagon, hilberînerê çekan, şîrketên petrolê tên pejirandin û sepandin û got: "Wekî ku em di çend hefteyên dawîn de jî dibînin Trum retorîga xwe bi temamî guherand û xwe bi rejîma dewleta kûr ya Amerîkayê ve girêda."
