HRW: Sûriyê çekên kîmyayî bi kar aniye

HRW: Sûriyê çekên kîmyayî bi kar aniye

23:09:30

 

Rojava News:  Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (Human Rights Watch) eşkere kir, ku hikûmeta Sûriyê çekên kîmayayî bi kar aniye û daxwaz ji Rûsya kir ku dest ji bi kar anîna mafê xwe yê Veto û piştevaniya hikûmeta Sûriyê berde.

Li bajarê New Yorkê îro duşembî 1ê Gulanê, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov encamên lêkolîna xwe ya derbarê bi kar anîna çekên kîmyayî li Sûriyê de eşkere kir.

HRW ragihand, ku hikûmeta Sûriyê gaza Kilor di êrîşa 4ê Nîsana derbasbûyî de li bajarê Xan Şêyxûnê bi kar aniye.

HRW daxwaz ji Rûsyayê jî kir, ku dest ji bi kar anîna mafê xwe yê Veto li nav Encumena Asayişa Navdewletî û herwiha piştevaniya hikûmeta Sûriyê jî berde.

Wê rêxistina navdewletî ya ji bo parastina mafên mirovan da xuyakirin, ku ew heta niha nizanin, ew çekên kîmyayî berê li cem hikûmeta Sûriyê hebûne, yan ev çek ji Rûsyayê bi dest xistine.

HRW destnîşan kir, ew li vê mijarê û ji bo bi dest xistina agahiyên herî nû, lêkolînên xwe berdewam dikin.

Roja 4ê Nîsana îsal bajarokê Xan Şûyxûnê ya ser bi parêzgeha Idlib a Sûriyê ve ji aliyê firokeyên şer ve rastî êrişeke dijwar a bi çekên kîmyayî hat, ku di encamê de nêzîkî 100 kesan hatin kuştin û derdora 300 kesan jî birîndar bûn.

Amerîka, Brîtanya, Fransa û piraniya civaka navdewletî, hikûmeta Sûriyê weke berpirsyarê vê êrişê didin xuyakirin, lê belê rêveberiya Sûriyê vê yekê red dike û komên çekdar ên ser bi dijbereyê ve bi pêkanîna wê êrişê tohmetbar dike.

Herwiha Rûsya û Îran jî di vê mijarê de piştgirî didin Şamê û red dikin, ku Artêşa Sûriyê êrişa bi çekên kîmyayî pêk anîbe.