Rûsya ji bo Sûriyê daxwaza 4 "herêmên ewle" dike

Rûsya ji bo Sûriyê daxwaza 4 "herêmên ewle" dike

7:30:21 AM

RojavaNews: Rûsya dixwaze di hevdîtinên Astanayê de pêşniyar bike ku li Sûriyê 4 navçeyên aram werin pêkanîn.

Li gor çavkaniyên nûçeyan, şanda hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Beşar Ceiferî îro ji bo hevdîtinên Astanayê gihiştiye Qazakistanê.

Agahiya ku ajansa nûçeyan a Sputnikê parvekiriye diyar dike, bi mebesta kêmkirina aloziyan di navbera hêzên dijbere û hikûmeta Sûriyê de, Rûsya dixwaze di hevdîtinên Astanayê de pêşniyar bike ku çar navçeyên aram bêne avakirin û ji bo çavdêriya rewşê jî, leşkerên welatên garantor bişînin wan navçeyan.

Heman çavkanî amaje bi yekê kiriye, ku ev herêm ji parêzgeha Idlibê, bakurê bajarê Himsê, Xûteya Rojhilat û başûrê Sûriyê pêk tên.

Herwiha li gor pêşniyarê, divê jêrxana wan herêman werin amadekirin, pirsgirêka avê were çareserkirin û hemû hewcedariyên jiyanê li wan 4 herêmên aram werin peydakirin.

 

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, ku Rûsya hewl dide ku ji welatên garantor biryarekê werbigre da ku dest bi avakirina wan herêman  bike.