12:19:51
Rojava News: Li Ezaza bakurê Heleb otomobîleke bombekirî hat teqandin û li gorî agahiyankuştî û birîndar hene.
Îro di encama teqîna otomobîlekê de li bajarê Ezazê li bakurê Helebê 7 kes hatin kuştin û zêdetir ji 20 kesan birîndar bû.
Li gor zanyariyan teqîn li nêzîkî mizgefta Meytem çêbû û heya niha ti kesî berpirsyaretiya xwe ji teqînê re ranegihandiye.
Bajarê Ezazê di bin kontrola çekdarên Artêşa Sûriya Azadê de ye ku artêşa Tirkiyê piştgiriya wan dike.
