12:17:27
Rojava News: Berpirsekî Wezareta Derve ya Rûsyayê Dmitriy Feoktistov di axaftina xwe de ragihand ku ji destpêka operasyona Sûriyeyê heta niha balafirên rûsî zêdetirî 3 hezar tankêrên sotemenî îmha kirine.
Rayedarekî Wezareta Derve ya Rûsyayê Dmitriy Feoktistov di axaftina xwe de got: "Ji destpêka operasyona Sûriyeyê heta niha balafirên Hêza Feza û Hewayî yên Rûsyayê zêdetirî 3 hezar tankêrên sotemenî û 200 refineyên petrolê îmha kirine.
Dmitriy Feoktistov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li bejahiyê bi têkbirina enerjî û binesazî ya aîdî terorîstan em dikarin tekoşîna fînansî bi wan re bimeşînin. Ji derpêka operasyonên Sûriyeyê heta niha zêdetirî 3 hezat tankêrên sotemenî û 200 refîneyên aîdî terorîstan ji terefê balafirên Hêza Feza û Hewayî ya Rûsyayê ve hatin îmhakirin."
Feoktistov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Qezenc û dahatuyên rêxistina terorîst a DAIŞê du qat kêm bûn, hevalbendên rojavayî û Neteweyên Yekbûyî jî vê qebûl dike. Digel vê jî rêxistina terorîst ji bo fealiyetên xwe dahatuyê peyde dike. Ev dahatu demekê dora 2 milyar dolaran bû, lê niha daketiye derdora 200 milyon dolarî."
