Balafirên hevpeymanê Reqa topbaran kirin

Balafirên hevpeymanê Reqa topbaran kirin

3:24:39 PM

Rojava News : 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 birîndar ketin li Reqa di encama topbarandina balafirên hevpeymana navwelatî bi ser navçeya Diriye de û herweha navçeya Geraca kevin li bajar.

herweha balafiran navçeyen ta niha di bin destê Daiş de li bajarê Tebqa topbaran kirin û di encam de hejmarek kuştî ketin.

Hejayî gotine ye ku ta niha şer û pevçûn di dawîtirîn xalên Daiş li Tebqa berdewame, û herweha li gundewar şer destpê kir bi armanca vekirina dorpêça HSD li ser çekdarên di hindirê bajar de mane.